Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven semîner li dar xist 2019-02-06 14:42:02   KOBANÊ - Jinên ciwan li Kobanê  berxwedana Leyla Guven bi semînerekê slav kirin û komploya 15`ê  sibatê jî şermezar kirin.   Bi sedana endam û Rêveberiyên Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ên Kobanê û navçeyên wê li navenda Ciwanan ya Kantona Kobanê bi semînerekê  hatin gel hev û  berxwedana Leyla Guven slav kirin û  roja 15`ê sibatê şermezar kirin.    Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û ji aliyê endama koordînasyona Jinên Ciwan yên Bakurê Sûriyê Jiyana Koçer  ve hat dayin.   Di semînerê de rewşa Rêberê PKK Abdulah Ocalan û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên ku di Grava Birçîbûnê de hat nîqaş kirin.   Semîner bi silogana` bijî serok Apo` bi dawî bû.