Vê carê li Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin

  • 10:05 6 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Qedexeya ku li 17 kuçeyên Licê û Pasûrê hatibû îlankirin bi dawî bûbû. Vê carê jî li 11 kuçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
 
Qedexeya ku li 17 kuçeyên Licê û Pasûrê hatibû îlankirin do bi şev saet di 24.00'an de bi dawî bûbû. Vê carê jî li 11 kuçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
 
Hat diyarkirin ku berî li 11 kuçeyan qedexe bê destpêkirin, bi beşdarbûna hêzên taybet operasyona leşkerî hat destpêkirin.