Vê carê li Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin 2019-02-06 10:05:58   AMED - Qedexeya ku li 17 kuçeyên Licê û Pasûrê hatibû îlankirin bi dawî bûbû. Vê carê jî li 11 kuçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin.   Qedexeya ku li 17 kuçeyên Licê û Pasûrê hatibû îlankirin do bi şev saet di 24.00'an de bi dawî bûbû. Vê carê jî li 11 kuçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin.   Hat diyarkirin ku berî li 11 kuçeyan qedexe bê destpêkirin, bi beşdarbûna hêzên taybet operasyona leşkerî hat destpêkirin.