TJA: Tecrîd ji bo çaerserkirina pirsgirêka kurd bi riya aştiyane asteng e

  • 15:19 5 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - TJA ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê ku 3 meh li dû xwe hiştin, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku hat destpêkirin de hat diyarkirin ku 10 hezar û 500 îmze hatine komkirin û kampanya berdewam dike.
 
Tevgera jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin ku 3 meh li dû xwe hiştin û ya girtiyên di girtîgehan de ku bi heman armancê hatiye destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da.  TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan li ser http://change.org, ji bo kampanyaya îmzeyan a navneteweyî dane destpêkirin û heta niha ji 10 hezar û 500 îmze zêdetir hatine komkirin.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Leyla Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê ku li ber çavên tevahiya cîhanê tê meşandin tendirûstiya xwe daniye holê û polîtîkayên dewleta zilmkar teşîr dike. Ji destpêka çalakiya Leyla û vir de li gitîgehên cuda cuda nêzî 300 girtiyan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin.
 
Ev tecrîd di heman demê de destpêka pêvajoya faşîzan a AKP'ê ye. Di vê pêvajoyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û êrîşên curbicûr ên di asta qedexekirina jiyanê de hatine kirin. Ev tecrîda ku li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye di heman demê de êrîşa li dijî biheverebûna gelên Tirkiyeyê ye û astengiya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Dewletê bi tercrîdkirina birêz Abdullah Ocalan re rê li ber çareseriya aştiyane ya ji bo pêşerojê girtiye."
 
Herwiha di daxuyaniyê de derbarê kampanyayê de lînka https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven jî hat parvekirin.