Gelê Dêrikê ji bo çalakiya Leyla Guven meşiyan

  • 15:37 4 Sibat 2019
  • Rojane
DÊRIK - Gelê Navçeya Dêrikê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê faşîzmê têk bibin" meşek ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî çalakiya meşê bûn. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 89'an. Piştgiriyên ji bo çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê didomin. Gelê Navçeya Dêrikê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê faşîzmê têk bibin" meşek ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî çalakiya meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Meşê ji qada azadiyê dest pê kir û li Navenda Hewar a Yekîtiya Ciwanan veguherî mîtîngê. Meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyamên berdewamiya piştgiriya ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê hatin dayin. 
 
Li ser navê Meclisa Navçeya Dêrikê Dîlber Osman wiha axivî: "Bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di girtîgehan de destanek tê nivîsandin. Serkêşiya şoreşê her dem jinê kiriye. Ev têkoşîna şoreşî niha didome." 
 
Li ser navê KPC'ê Viyan Cudî axivî û got:"Hêzên hegemonîk û dewleta tirk dixwazin di şexsê Serokatî de îradeya me û destkeftiyên me tune bikin lê ew ê negihêjin armanca xwe. Berxwedana me her roj mezintir dibe. Serkeftin dê ya me be. "
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.