Li Mêrdînê starta hilbijartinê hat dayîn
- 15:03 4 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Mêrdînê, li Qoserê di meşa bi welatiyan re pêk anîn de, starta hilbijartinê dan.
Namzetên Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê starta hilbijartinê dan. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî di nav de hevşaredarên navçeyan li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê ji aliyê girseyê ve bi lêxistina çepik û erbaneyan hatin pêşwazîkirin. HDP’î dûre heya Qada Azaediyê bi girseyê re meşiyan.
Di meşê de eleqeyek mezin ji bo HDP’iyan hat dayîn û bê navber dirûşmeyên “HDP gele, gel li vê dereye” û “Qoser bi we ser bilinde” hatin berzkirin. Di meşê de cardin dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Alî Sîncar piştî meşê xîtabî girseyê kir û wiha got: “Hilbijartina pêş me girînge. Em ê qeyûman ji şaredariyên xwe bi qewirînin. Vîna gelê Kurd û hemû gelên din, dê di vê hilbijartinê de carek din derbikeve holê. Em çiqasê dibin zextan de bin jî, emê zêdetir bi ser bikevin. Qeyûm li ser faşîzmê îro propagandeya xwe dikin. Lê emê tu carî destûrê nedin vê faşîzmê. Emê bi gelê xwe re di vê hilbijartinê de, carek din vê rastiyê nîşanî wan bidin.”
Piştî daxuyaniyê namzetên hevşaredaran, endamên partiyên û welatî derbasî avahiya partiyê bûn.