Malbatên Girtiyan:Em naxwazin encamên ne baş biqewimin
- 15:01 4 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesî kirin ku bikevin tevgerê û gotin: “Divê desthilatdarî demildest dawî li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolasyonkirina Birêz Abdullah Ocalan bîne. Lazim malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin.”
Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) têkildarî grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên TUAY-DER’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Abdulmenaf Kur di civînê de axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û got: “Em jî wek malbatên girtiyan ji bo daxwaza wan bê pejirandin bang li raya giştî dikin û em xwedî li daxwaza wan derdikevin.”
Abdulmenaf da zanîn ku tecrîdek şidandî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê birêve birin û got: “Birêz Leyla Guven di roja 89’emîn de li mala xwe pêşengiya vê berxwedanê dike. Rewşa birêz Guven her roja ku diçe xerabtir dibe. Li girtîgehan jî bi heman daxwazê ji 280 kesî zêdetir girtî di greva birçîbûnê de ne. Em wek malbatên girtiyan bi xetere ne. Girtiyan dixin hucreyên yek kesî. Di bin navê lêpirsînên dîsîplînê de ceza li wan tên birîn. Dermanan nadin wan û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Destûra heyetên serbixwe jî nayê dayîn ku biçin ziyaretê.”
Abdulmenaf diyar kir ku ew bang li hikumetê dikin ku van daxwazên demokratîk qebûl bikin û dawî li pêkanînên bêhiqûqî bînin û wiha got: “Pêkanîn antî demokratîk û pêkanînên faşîzane yên li dijî girtiyan ji serdema 12’ê Îlonê bihûrîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî van pêkanînan li hev bicivin û em dixwazin bibin yek deng. Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest gav biavêjin. Divê hemû sazî û dezgehên mafên mirovan û demokratîk jî helwesta xwe deynin holê û hestiyar tevbigerin. Bêyî ku dereng bibe divê her kes bikeve tevgerê. Em naxwazin encamên nebaş biqewimin. Ev berpirsyariya hemû civaka xwedî wîjdan û ehlaqî ye. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî demildest dawî li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolasyonkirina Birêz Abdullah Ocalan bîne. Lazim malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin.”