Îdiaya endamê hîndekariyê Sedat K. tacîza zayendî pêk aniye
- 09:16 4 Sibat 2019
- Hiqûq
AMED - Sedat K. yê li zanîngeha Dîcleyê hîndekare, hat îdiakirin ku li hember xwendekarekê êrîşa zayendî pêk aniye û hereqet lê kiriye. Derket holê ku bi vê îdiayê der barê wî de îdianame hatiye amadekirin. Gumanbar Sedat K. ji bo xwe paqij derbixe, xwendekar bi FETO’yê sûcdar kir.
Sedat K. li Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Dîcleyê di beşa Mamostetiya Almanî de hîndekare û derket holê ku li hember xwendekara beşê N.O. êrîşa zayendî pêk aniye û heqeret lê kiriye. Bi vê îdiayê der barê Sedat de îdianame hatiye amadekirin. Sedat. K ku hîna li ser peywirê ye û ji sûcê ‘êrîş zayendî’ û ‘heqeretê’ îdianame der barê wî de hatiye amadekirin di 30’ê Çile de derket pêşberî dadger. Sedat K. tevlî runiştina li Dadgeha 11’emîn Asliyeyê ya Amedê pêk hat, bû.
Ji gumanbar parastina balkêş
Sedat K. ku di runiştinê de parastin kir ji bo xwe xilas bike hincetên balkêş jî anîn ziman. Sedat K. îdia kir ku N. O. di dersan de ne serkeftiye, dersên wê qelsin û her wiha N.O. bi FETO’yî ye sûcdar kir, li gel vê der barê parvekirinên N.O. yên li ser medya civakî bi sûcdariya ‘heqeret li serokomar kiriye’ li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir.
Parêzerê Sedat K. jî bi lêv kir ku ew di vê runiştinê de parastinê nake wê di ya din de bike.
‘Gumanbar ji bo xwe xilas bike îftereya FETO'yî avêt ’
Parêzerê N.O. jî wiha got: “Ji ber qelsbûna dersan tu xwendekar îdiayên tacîza zayendî li hember mamoste nake. Dema mirov parastina gumanbar dinirxînin, li ser mijareke di alî dewletê de xesase de di nokteya FETO de parastinê dike. Xwendekarên xwendekarê û hevalên wê girtiye û serlêdana sûc kiriye.”
Parêzerek din jî diyar kir ku şahid hene û got der barê peyamên Sedat K. şandin de numare tê dîtin, delîl wê di dosya din de bê pêşkêşkirin. Her wiha parêzer destnîşan kir ku tu kes ji ber nêrîna siyasî nikare bê darizandin, tiştên Sedat K. gotine nakeve çarçova dosyayê.
Heyeta dadgehê jî da zanîn daxwaz kir ku di runiştina din de şahid bên guhdarkirin, qeydên HTS’ê bên û runiştin taloqî dîrokek din kir.