‘Em ê li ser xeta hevpar bimeşin’
- 09:15 4 Sibat 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên tevlî Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê ya li Stenbolê pêk hatin bûn, diyar kirin ku ew bi biryarin li ser xeta hevpar bimeşin û destnîşan kirin ku luksa tu kesî tune ye ku otorîteya xwe li ser dijminahiya jinan ava bike û cuda cuda bimeşin.
Li Stenbolê bi dirûşma ‘Em xwedî li maf, deskeftî û jiyana xwe derdikevin’ di 5-6’ê Çile de ji aliyê 164 rêxistinên jinan û LGBTÎ Hevdîtina Jinan a Tirkiyeyê pêk hat. Ji nêzî 40 bajarî ji 800’î zêdetir jin tevlî bûn. Jinên ji Îzmîrê tevlî bûn diyar kirin ku ew bi biryarin ku li ser xetek hevpar a ji bo hemû pirsgirêkan bimeşin.
‘Luksa kesî a li ser xetên cuda bimeşe tune ye’
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji serî de di avabûna Hêza Yekbûyî ya Jinan de cih digire. Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya HDP’ê Semra Uzunok destnîşan kir ku tevgera jinan a Tirkiyeyê li dijî belavbûn û tengezarbûna muxalefetê hewl dan rêbazên ku bên cem hev bînin û wiha got: “Di demeke ku li Tirkiyeyê kolan hatine girtin, şer ketiye jiyana rojane de, tevgera jinan û destkefiyên jinan jî di bin êrîşê de ne. Jin vê dibînin û ligel hev disekinin. Ji geşedanên tên jiyîn ewil jinên HDP’î bi bandor dibin. Ji ber tabana HDP’ê ji kedkar, karker, xizan û ciwanan pêk tê. Jinên HDP’ê jî di têkoşînê de di eniya pêş de cih digirin. Di vê astê de tu kes xwedî luksa ku li ser xetên cuda bimeşe.”
‘Qada taybet polîtîk e’
Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Satiye Ok destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a jinan li Stenbolê hatiye nîqaşkirin û vê bandor li ser herêman jî kiriye û da zanîn ku xeta polîtîk a avabûnê ji gotina ‘qada taybet polîtîke’ xwedî dibe û wiha got: “Serdestiya li ser jinan tê pêşxistin jî ji vê zemînê xwedî dibe. Nêzîkatiya me ya li hember şîdeta serdest ya mêr û her gotina me jî, gotinek polîtîk îfade dike. Yek ji rojevên me yên serke, greva jinan a cîhanê ye. Greva jinê jî li dijî hemû pirsgirêkan hewleta tê girtinê ye. Em greva jinê hewl didin ku wek xetek rêxistinbûna 2020’an bê pêşxistin. Jin neçarin bên cem hev. Îstîsmara jinan an jî 8’ê Adarê, keda li malê nayê dîtin, guherînên qanûnî, mexduriyeta jinan a di şer de, wê bibe gotina ‘Jin bi hev re Xurtin’.”
Aktîvîsta Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî destnîşan kir ku rejîma serokatiyê ya ku desthilatdarî dixwaze ji 2002’an heta niha pêş bixîne jî li ser dijminahiya li hember jinê tê pêşxistin û wiha got: “Jin bi hev re Xurtin, lêgerîneke em dikarin çi bike ye.Li ser polîtîkayên ku mafê jin û zaroka hedef tê girtin xebatên hilbijartinê tên kirin. Jin bi hev re Xurtin, li dijî krîza aborî, bêperwabûna desthilatdariyê, şîdetê bersiveke. Em vê wek lêgerînê dinirxînin.”