Jinên Erdîşê: Heta tecrîd ranebe wê berxwedana gelê kurd bidome

  • 09:12 4 Sibat 2019
  • Rojane
WAN - Jinên Erdîşê piştgirî dan çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 89’emîn de greva  birçîbûnê didomîne û destnîşan kirin ku heta tecrîd ranebe wê Gelê Kurd bi rehetî bîhna xwe negire, her wiha wê berxwedan jî heta dawî bidome.
 
Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe di 8’ê Mijdara 2018’an de li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û greva wê piştî hat tahliyekirin jî li malê di roja 89’emîn de berdewam dike. Leyla di 25’ê Çile de ji gtîgehê hatibû tahliyekirin. Piştgiriya ji bo Leylayê jî li kolanan didome. Li navçeya Erdîş a Wanê jî jinan piştgirî dan Leylayê û banga rakirina tecrîdê kirin.
 
‘Heta tecrîd neşkê wê çalakî bidomin’
 
Jina bi navê Derya Kanpolat daxuyakirin ku divê jin zêdetir hestiyariyê nîşanê grevên birçîbûnê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meclîs bêdeng e. Heta tecrîd bi dawî nebe wê grevên birçîbûnê jî bidawî nebin. Ger hîna li vî welatî mirovên bi wijdan hebin divê wê demê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin. Ger grev bi mirinê bi encam bibe wê welat bikeve kaosek mezin. Ger ku gel bibe yek, deng bidin dengê Leylayê wê tecrîd bê şikandin.”
 
‘Tecrîd bi hevdîtinek 15 deqeyî nayê şikandin’
 
Fîlîz Îşler jî destnîşan kir ku rakirina tecrîdê tenê di bin berpirsyariya Leyla Guven, girtiyan an jî Gelê Kurd de ye û got: “Hemû partiyên siyasî, hemû aliyên civakî berpirsin. Ez tecrîda li ser Abdullah Ocalan û Gelê Kurd şermezar dikim. Hîna wê grev çiqas bidomin. Wê tecrîd heta ku bidome.”
 
Ayfer Seyahat jî bertek nîşanê tecrîdê da û got heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe wê Gelê Kurd bi awayekî rehet bîhna xwe negire û bi hevdîtina 15 deqeyî jî hevdîtin bi dawî nabe.
 
Jina bi navê Şafîrnaz Tendî jî diyar kir ku Leyla Guven di heman demê de ji bo pêşeroja zarokan ev berxwedan pêk aniye û wiha got: “Tekoşîna kurd û têkoşîna jinan didome. Çalakiya Leylayê li cîhanê belav bû. Li welatên cuda jin û ciwan piştgiriyê didin vê çalakiyê.Ji ber Leyla mafdar e. Divê tecrîd bi dawî be.”