Nuran Îmîr: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bi qutiyên surprîz bişînin Enqereyê
- 09:04 4 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Serokomar Tayyîp Erdogan îdia kiribû ku di navbera xebatên şaredariyên qeyûm lı wan hatine tayînkirin û şaredariyên bajarên rojava de cudahî nameye. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ji ku bertek nişani vê gotinê da wiha got: “Bi Raporên Sayiştayê yên qeyûmên te destur hat dayîn ku xesp û dizî bê kirin û nelêrêtiyên wan hatin tepsîtkirin. Em ê di Adarê de suprîzekê ji qeyûman re bikin û bi qutiyên suprîzê wan bişînin Enqereyê.”
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê pêk tên re demek kurt ma û hemû partî li herêman xebatên xwe dimeşînin. Cihên ku herî zêde encamên hilbijartinê lê wan tên meraqkirin jî cihên ku qeyûm tayînî şaredariyan wan hatine kirin. Bi taybet li cihên qeyûm hene qeydên ‘hilbijêrên xeyalî’ ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve hatin tespîtkirin û bi raya giştî re hat parvekirin. Serokomar Tayyîp Erdogan jî îdia kir ku di navbera xebatên cihên qeyûm lê ne û bajarên rojava de tu cudahî nemaye û îdia kir ku qeyûman karên serkeftî pêk anîne. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr bertek nîşanê daxuyaniyê da û got ku hêrsa gelê Botanê ya li dijî qeyûman pir mezin e.
‘Bi projeyên me hewl didin gel bidin bawerkirin’
Nuranê bi lêv kir ku qeyûm hişê dîroka gel tune dihesibîne û armanca esas a qeyûman tu car ne xizmeta ji bo herêmê bû û wiha got: “Ez qeyûman jî wek ‘darbeya qeyûman’ bi nav dikim. Bi taybet li bajarên kurdan rêveberiyên ji sedî 90 deng girtine hedef hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku serokê Giştî yê AKP’ê ji ber dizane ku nikare bi ser keve, dibêje wê bi rêbaza desteserkirinê bi rêve bibe. Projeyên şaredariyên me yên nîvco mabûn ji aliyê qeyûman ve tên pêkanîn û ev jî hewldana ku gel bixwe bidin bawerkirinê ye.”
‘Piştî qeyûman şaredarî bi deyn û nelêrêtiyan hatin rojevê
Nuranê daxuyakirin ku piştî qeyûman şûnde şaredariyên Şirnexê her tim bi deyn û nelêrêtiyan tên rojevê û wiha pê de çû: “Li Şirnex, navçe û bajarokên wê kolanên qaşo hatine çêkirin du mehan berxwe nadin. Gel ji ber çalên di rêyan de nikare tevbigere, biçe kargerî û malên xwe. Bajarê sê sal berê xera kirin di bin navê ‘bajar ji nû ve tê çêkirin’ bi TOKÎ’yan fetisandin. Avahiyên bê binesazî hîna teslîmê gel nehatine kirin. Niha jî şerm nakin û dikin alava hilbijartinê. Gelê Şirnexê vê zîhniyetê baş nas dike. Guherîna ku Erdogan jê re dibêje guherîne wê gel bersiva vê di sindoqan de bide.”
‘Erdogan gotina xwe carek din rizand’
Nuranê destnîşan kir ku wê gel hesabê vê zilm û zextê ya sê salan hatiye kirin di 31’ê Adarê de bipirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dengê gel ku bide qeyûm tune ye. Qeyûm tayîn kirin û bi tank û topan navend û navçe serobino kirin. Denga gelê Botanê ji AKP-MHP’ê re tune. Bi Raporên Sayiştayê ya qeyûmên te destur da ku xesp bike û bidize, nelêrêtiyên wan wan hatin tepsîtkirin. Em ê di Adarê de suprîzekê ji qeyûman re bikin û bi qutiyên suprîzê re wan bişînin Enqereyê.”