Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran hatin xwendin
- 17:39 3 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya nobetê ya li KCD'ê di roja 4'an de berdewam kir. Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, Mehmet Ruştu Tiryakî Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz tev li nobetê bûn. Di nobetê de çîroka berxwedêrên li zindanan bêdawî û bêdorveger di greva birçîbûnê de ne hatin xwendin.
Parlamenterên HDP'ê, ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 88 rojin di greva birçîbûnê de ye, li avahiya KCD'ê di roja çaran de nobeta xwe berdewam kirin. Îro Parlamenterên HDP'ê Kemal Pekgoz, Mehmet Ruştu Tiryakî Nûran Îmir û Huseyin Kaçmaz nobet dewir girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û Endamên Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê nobedar ziyaret kirin. Çalakgerên nobetê çîroka girtiyên zindanan yên di greva biçrîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne xwendin. Dîsa peyamên girtiyan hatin xwendin.
'Em bi hevalên xwe re ne'
Parlamenterê HDP’ê Kemal Pekgoz di nobetê de axivî û wiha got: “Grevên birçîbûnê di dîroka Tirkiye de diroka têkoşîna berxwedanê ye. Heta niha li cihê ku zilm lê hebe berxedan jî heye. Yên di 80’an de darbe pêk anîn îro qet navê wan jî nayê zanîn. Lê şoreşgerên hatin darvekirin û li ber xwe dan hêj di nava gelên Tirkiye de tên zanin û nasîn. Ji ber vê yekê em dibêjin berxwedan jiyan e. Em çiwasî berxwedanê geş bikin em dê jiyanê ew qas geş bikin. Em çiqas li ber xwe bidin em dê ew qas dawi li ziml û êşan bînin. Em li gel hevalên xwe ne. Em dixwazin her kes dengê xwe tev li dengê wan bikin. Divê her kes KCD'ê ziyaret bikin û piştgiriya xwe bînin ziman."