'Dîwarên zindanan bişkînin bila bilbil bikikin fîgan'
- 15:16 3 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ- Çalakiya Konê greva birçîbûnê ku bi pêşengtiya Kongreya Star li Til Temirê doh sibê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya dûyemîn de bi axaftinan dewam dike. Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ser rewşa li Îmraliyê û wiha hat gotin:"Dîwarên zindanan bişkînin bila bilbil bike fîgan."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 88'emîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li zandanan, Ewropa û li 4'parçeyên kurdistanê jî roj bi roj belav dibe û berdewam dike. Di çaroçoveya vê piştevaniyê de duh di pêşengtiya Kongreya Star a li Til Temir konê greva birçîbûnê hat vedan û çalakiya greva birçîbûnê lê hat destpêkirin. Çalakiya ku duh hat destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de bi axaftinan berdewam dike.
Sazî û partiyên siyasî serdana kon kirin
Sazî û rêxistinên li rojavayê Kurdistanê serdana konê çalakiyê kirin û li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Di vê çarçoveyê de li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Gulîstan Xelef, li ser navê Meclisa Jinê a Çiyayê Kizwanan Mehatî Mihemed û li ser navê Mala Jinê jî rêvebera Mala jinê Emel Beravî axivî.
'Leyla Guven vîna gelan e'
Di axaftinên ku hatin kirin de vîna Leyla Guven wekî hêz û vîna gelan ku qet nayê têkbirin hat nîşandan û ev tişt hat gotin:
"Dewleta tirk bi hemû rêbazên xwe êrîşî Gelê Kurd dike, li zindanan, çiyayên Kurdistanê,kolan,mal û li hemû deveran kurdan dike hedefa xwe. Naxwaze ku kurd bibin xwedî îrade û her tim dixwaze ku ew bibe xwediyê tevahî tiştî. Leyla Guven stiriya dijmin û faşîzmê şikand."
Di berdewamiya axatinan de êrîşên Osmaniyan jî hatin bibîrxistin û ev bang li gelan hat kirin:"Pêwîste gelê ereb,aşûr û kurd komkujiyên ku Osamniyan li ser wan pêk anîn ji bîr nekin û berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin."
Dê çalakiya li konê greva birçîbûnê sibe bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.