Gel ji bo tevli mîtînga li Bakirkoyê bibe diherike qadê

  • 13:22 3 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Gelên di satên serê sibê de ji navçeyên cuda yên Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên li zindanan, herikîn Qada Azadiyê ya Bakirkoyê derbasî qada mîtîngê dibin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, dîsa bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi tevlêbûna Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî mîtîngê li dar dixe. HDP bi dirûşmeya "Em ji bo Ked, Aştî û Edaletê digêjin hev" mitingê pêk tîne. Li qada mîtîngê dê li dijî tecrîda Îmraliyê dengê "Tecrîd dê tariyê biçirîne! Dê meşaleya Azadiyê geş bike! Gelên bi berxedanê diçin Şoreşê dê bi ser bikevin"  berz bikin. 
 
Rêya E-5 ku diçe qada mîtîngê û kolana Încirlî ji aliyê polîsan ve li trafîkê û çûn û hatinê re hat girtin. Tevî ku li serê her kuçeye TOMA û maşîna zirxî heye jî dîsa gel diherike qadê û dirûşmeyan berz dikin. Welatiyên diçin qadê di 3 nokteyên lêgerînê re derbas dibin. Welatî tevî hemû astengiyan bi dirûşmeyan derbasî qada mitîngê dibin. HDP bi maşîneyan ji ber avahiyên navçeyên xwe gel dibe qadê. Herikîna gel bi coşek mezin didome. Gelên ku tên qadê berxwedana zindanan silav dikin. Li qadê dikek mezin hat avakirin û posterê mezin ê “Leyla Guven mafdar e, teqez dê tecrîd bê şikandin" vekirin.