Salîha Aydenîz: Bi hezaran Leyla, Gultan û Sebahat hene hûn nikarin bi me

  • 13:21 3 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Parlamentera DHP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz di 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê de axivî û wiha got: "Bih hezaran Leyla, bi hezaran Gultan, bi hezaran Sebahat hene û hûn nikarin bi me."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma, 'Bi civaka pêşketî re ber bi pêşerojek azad ve' li Tesîsên Demîrokê 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Li salona ku kongre lê hat lidarixistin pankarta bi dirûşmên "Leyla Guven gel e, bi la tecrîd bi dawî bibe", "Em çalakiya greva birçîbûnê silav dikin", "Em ê qirkirina jinan bi dawî bikin, jiyanê azad bikin" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji gitiyan re azadî" hat daliqandin. Di kongreya hat pêkanîn de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û endamên dîwanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farîsogullari, Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxisitna DHP'ê ya Amedê, namzedên hevşaredariyên ên Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê û namzedên hevşaredatiyê yên navçeyên Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û gelek welatiyan cihê xwe girtin. 
 
Em ê bi berxwedana xwe tundiyê têk bibin'
 
Piştî rêzgritinê parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got ku ev kongre gelek bi wate û girîng e.  Salîha diyar kir ku ew ê her li qadan bin û wiha berdewam kir: "Em ê li destkeftiyên giranbuha xwedî derkevin û ev  jî bi têkoşînê dibe. Hevalên me ji bo ku tecrîd bi dawî bibe bedena xwe ji mirinê re razandin. Ez ji vir hemû berxwedêrên zindanan û berxwedana li Îmraliyê silav dikim.  Em ê birêxistin û berxwedana xwe tundiyê têk bibin. Gelê me li dijî hemû cureyên tundiya îktîdarê li ser piyan bû.  Xestin ku gelê me biçewisînin û bêdeng bikin lê gel gavek jî paşve neavêt.  Gelê Kurd û gelên din ên li ser axa Kuristanê li dijî van polîtîkayên qirêj ên şer berxwedan hilbijart û berxwedana xwe didomîne. Serwer êdî nema dikarin serweriya xwe berdewam bikin û ji bo ku ser vê nebesiya xwe binixumînin jî êrîşî me dikin. Ne wekî rêveberên vî welatî wekî serkêşên çeteyan tevidgerin û tehdît dikin."
 
Salîha diyar kir ku cezayê li Gutan Kişanak û Sebahat Tuncel hat birîn encma tirsa ji hêza jinê ye û ev tişt got: "Bi hezaran Leyla, bi hezaran Gutan, bi hezarna Sebahat hene û hûn nikarin bi me. Em ê jin hedê sarayê nîşanî wê bidin. Em ê bi ser kevin û wê raperîn ya me be. Jiyan berxwedan e û em ê li ber xwe bidin."
 
'Ev gel bi zextan nayê rê'
 
Namzeda Hevşaredartiyê ya HDP'ê ya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî wiha axivî: "Li aliyekî kesên dixwazin îradeya gel xesp bikin û li aliyê din jî gelê xwedî li îradeya xwe dertê, li aliyekî kesên êrîşî destkeftiyên jinan dikin û li aliyekî jî jinên li destkeftiyên xwe xwedî dertên. Lê em li aliyê berxwedan û berxwedêran e. Bi cezayê dan rêhevalên me Gultan û Sebahat dixwzin ku me çavtirsandî bikin, lê em ê bibin Gultan û Sebahat û derkevin qadan. Em ê bi jinan re qada xwe ya jiyanê ji nû de ava bikin. Di nava namzedekî AKP'ê  de namzedeke jin tune ye. Bila baş bizanibin ku em Amedê radestî dijminên jinan nakirin. Wê 31'ê Adarê bibe roja bidawîkirina îktîdara qeyûman."
 
'Li wê salonê dewet hat darizandin'
 
Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku wê hemû êrîş bi hêza gel bên têkbirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li wê salanê ne Gultan Kişanak heyeta dadgehê hat darizandin, serokê dadgehê hat darizandin, dewlet hat darizandin. Gultan Kişanak ew darizandin. Wê gel dersa kesên ku îradeya wan xesp kirin di 31'ê Adarê de bide.  Tecrîd her daîm wê di rojeva me de be û heta ku tecrîd neyê rakirin wê pirsgirêka kurd çareser nebe. Divê em li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û bibin dengê çalakgeran."
 
Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji aliyê DBP'ê ve hat amadekirin hat pêşkêşkirin. Kongreyê bi hilbijartina ji bo rêveberiya nûh berdewam kir.