Bi nivîsê piştgirî ji çalakiya Leyla Guven re hat dayîn

  • 11:52 3 Sibat 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û ya girtiyan li gelek kuçeyan li ser dîwaran bi armanca piştevaniyê nivîs hat nivîsandin.
 
Li Taxa Yfesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 88'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya girtiyên siyasî li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. 
 
Di nivîsan de wiha hat gotin, "Ji bo me deng da", "Deng bide Leyla Guven" û "Leyla Guven em bi te re ne".
 
Piştî nivîsên hatin nivîsandin polîs li taxê ketin tevgerê.
 
Herwiha şeva berê jî nivîsên ku ji aliyê welatiyan ve li ser dîwaran hatin nivîsandin polîsan bi boyaxa sprey ser wan git û jê birin.