Mêrê ku Tugçe qetil kir hat girtin
- 11:36 3 Sibat 2019
- Rojane
EDENE - Kadîr Tatar ê ku li Kozanê Tugçe Tatar Qetil kir hat gitin.
Li navçeya Kozan ya Edeneyê Kadîr Tatar di 1'ê Sibatê de Tugçe Tatar di dema ku razayî bû de qetil kir. Kadîr tatar piştî ku hat binçavkirin sewkî dadgehê hat kirin û hat girtin. Kadîr Tatar piştî bûyerê telefonê malbata xwe kiribû, îda kiribû "bi şaştî Tugçeyê kuştiye". Kadîr Tatar, piştî bûyerê ji nexweşxaneya lê dihat dermankriin hat binçavkirin û Tugçe jî aliyê xizmên xwe ve li goristana Buruk hat definkirin.
Kadîr Tatar duh sewkî dadgehê hat kirin û piştî îfadeyê hat girtin û şandin girtîgehê.