Arînê rojbûna xwe ya 5'emîn di girtîgehê de pêşwazî kir
- 09:39 3 Sibat 2019
- Rojane
BAYBURT - Vesile Yuksel a ku bı du zarokê xwe yên biçûk re şandin girtîgehê, li gel ku cezayê wê yê 1 û 10 mehan di 15'ê çileyê de bi dawî bû jî nehat tahliyekirin. Vesîle ya ku ji ber lêpirsînên derbarê wê de hatin vekirin 8 mehên din ceza danê, zaroka wê ya bi navê Arîn Mîrkan ku 3 salî pê re ket girtîgehê rojbûna xwe ya 5'emîn di girtîgehê de pêşwazî kir.
Vesîle Yuksel di 2017'an de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" gritin bin çavan û piştî ku derxistin dadgehê jê pirsa "PKK rêxistineke terorîst e an na?" jê kirin û wê jî bersva "ne terorîst e" da hat girtin. Vesîle piştî ku hat gitin bi 1 yek sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Vesîle piştî ku cezayê wê hat erêkirin bi keça xwe ya 3 salî Arîn Mîrkan û ya 5 salî Avestayê re şandin girtîgehê. Vesîle li gel ku di 15'ê çileyê de cezayê wê bi dawî bû ji ber lêpirsînên derbarê wê de hatin vekerin nayê tahilyekirin.
Derbarê wê de du lêpirsîn hatine vekirin!
Vesîle ya ku ji ber lêpirsîneke derbarê wê de hat vekirin 8 ceza lê hatiye birîn û dozeke wê ya din jî berdewam dike hat diyarkirin ku wê heta meha tîrmehê di grtîgehê de bimîne. Herwiha ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku wesîle mehek jî cezayê ragihandinê girtiye û keça wê Arîn Mîrkan ku pê re tê girtin jî di rojên borî de rojbûna xwe ya 5'emîn li girtîgehê pêşwazî kiriye.
Avesta ji ber ku xemgîn e xwarin naxwe!
Vesîle piştî ku cezayê wê hat erêkirin ew ji girtîgeha Mêrdînê şandin Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê. Ji er ku vesîle li wê girtîgehê bi êrîşê re rûbirû maye zarokên wê ji rewşa wê neyînî bi bandor bûne. Aveseta ya ku ji ber ket 7 saliya xwe û li gorî prosedurê divê ku biçe "dibistanê" ji dayik û xwişka xwe hat qetandin û şandin gel bavê wê. Avesta ji ber ku ji dayik û xwişka xwe hatiye qetandin li gel ku vegeriyaye malê jî her roj li xwişk û dayika xwe dipirse û naxwaze ku biçe dibistanê. Hat diayrkirin ku ji ber hefteyek cezayê ragihandinê li Wesîleyê hatiye birîn Avesta nikare bi dayika xwe re jî hevdîtinê bike û her dem pirsa ez çima nikarim bi dayika xwe re hevdtînê bikim dike. "