ROJEVA 3'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 3 Sibat 2019
- Rojev
*Gundê Girêdana xwedî kevneşopî û taybetmendiyek girîg e. Ya ku aliyê taybet û girî herî zêde derdixe pêş jî têkoşîn û parastina jinê ye. Dayika bi navê Coza Ehmed Feqe û Muslîme Seyid yên ku bi salan e parastina çand û dîroka Gundê Girêdana dikin dibêjin:"Di dîrokê de gelek êrîş li dijî gundê me hatine kirin. Lê bi pêşengî û têkoşîna jinê gundê me her hatiye parastin."DÎMEN HEYE
*Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzedên 12 bajaran û bi dehan navçeyan aşkera kir. Namzetên HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî aşkere bûn. Têkîldarî hilbijartinê de namzeta HDP’ê ya Şemzînanê Felem Eker nirxandin kir. Felemê diyar kir ku ew ê Şemzînanê ji destên qeyûman derxin û nasnameya kurdî careke din li Şemzînanê zindî bikin.DÎMEN HEYE
*Vesile Yuksel a ku bı du zarokê xwe yên biçûk re şandin girtîgehê, li gel ku cezayê wê yê 1 û 10 mehan di 15'ê çileyê de bi dawî bû jî nehat tahliyekirin. Vesîle ya ku ji ber lêpirsînên derbarê wê de hatin vekirin 8 mehên din ceza danê, zaroka wê ya bi navê Arîn Mîrkan ku 3 salî pê re ket girtîgehê rojbûna xwe ya 5'emîn di girtîgehê de pêşwazî kir.
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun a ku di 4 mehan de 8 feleke derbarê wê de hatin amadekirin diyar kir ku ji bo wê tu waateya van fezlekeyan tune ye. Remziyê di berdewamiyê de wiha got: "Em ê bi gelê xwe re tevli merasîma cenaze jî bibin û li dijî bêhiqûqiyên têbikoşin." BI DÎMEN