Li Wargeha Mexmûrê jin çûn serdana çalakvanên greva birçîbûnê
- 16:55 2 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 49 roj in greva birçîbûnê a bê dem û bi dorveger didome. Çalakiya ku di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemergê Leyla Guven de li hemberî tecrîta girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin her ku diçe ev çalakî zêdetir deng vedide û piştevaniya gel zêdetir dibe.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 49 roj in greva birçîbûnê a bê dem û bi dorveger didome. Çalakiya ku di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemergê Leyla Gûven de li hemberî tecrîta girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat despê kirin her ku diçe ev çalaki zêdetir denge vedide û piştevaniya gel zêdetir dibe.
Li gel komên bê dem û bi dorveger, çalakiya bêdem û bê dorveger a endama koordinasyona meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî di roja 14’emîn de ye. Her roj saet 2’an de gelê Wargehê tên serdana çalakvanan û piştgiriya xwe dide diyar kirin. Îro jî semtan serdana çalakvanan kirin. Dayikan ji bo çalakvanan stranên dengebejî gotin. Çalakvanan jî ji bo dayikan stran gotin.