'Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jina Êzîdî mezintir bikin'
- 16:51 2 Sibat 2019
- Rojane
Ferîda Zada
ŞEHBA- Jinên Êzîdî ku tevlî duyemîn Konferansê Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê û bajarê Helebê bûn, diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin û gotin ku wê bi têkoşînê komkujîyên ser gelê Êzîdî bi dawî bikin.
Di 31'ê Çileyê de bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jina Êzidî bilindtir bikin" li Kantano Efrînê û bajarê Helebê Konferansê Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Di konferansê de hinek biryar hatin girtin da ku rêxistin û têkoşîna jinan mezintir bibe. Em ê ji bo hemû jinan li berxwe bidin."
Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî a bajarê Helebê Fehîma Omer wiha got:" Di konferansê me koordinasiyon hilbjartin ku em kar û xebatê xwe hîn xurt û bi rêxstin bikin. Jinên êzîdî ji bo tevahî jinan têkoşîn dikin."
Her wiha Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê Ayîşa Sîdo anî ziman ku ji bo komkujî li ser gelê êzîdî bi dawî bibin, ew ê her tiştî bikin û wiha got:" Em wek Jinên Êzîdî bi hemû hêza xwe em ê kar bikin, ku ev komkujî û kiryarên di dîrokê de li ser Êzidiyan hatin kirin, bi dawî bikin."
Ayîşayê da zanîn ku li darxistina vê konferasnî gelek giring bû û wiha got:" Ji bo gelê Efrînê ên ku li Şehbayê bi cih bûne û yên bajarê Helebê bi rêxstin bikin, her wiha asta berxwedaniya jin bilindtir bikin ev konferans giring bû. Bi hêz û israra jinê em ê Rêber Apo azad bikin, Efrînê rizgar bikin."
Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya bajarê Helebê Roşîn Mûsa jî wiha got:"Rêxistinbûyina jinan gelek girîng e. Loma ji rêxistinbûyinê ev konferans gelek girîng e. Êzidî xwedî çand û mîrateyek mezin e. Em ê ji bo parastina çanda xwe her li berxwe bidin."