Muazzez Orhan: Em deng bidin zindanan
- 16:33 2 Sibat 2019
- Rojane
WAN - HDP'ê li Wanê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir û bal kişandin ser çalakiyên grevên birçîbûnê.
Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û pişt re bi meşekê çalakiya xwe bi dawî kir. Hevserokên HDP’ê yên Wanê, Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, namzetên hevşaredariyê yên şaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe - Mustafa Avci, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Parlementera HDP’ê Muazzez Orhan li vê derê daxuyanî da û got: “Em dixwazin li welatekî azad bijîn lê em dibînin ku ferasetên faşîzan hewl didin li vî welatî tecrîdê rewa bikin. Ev tecrîd di şexsê rêzdar Ocalan de li ser hemû gelan tê pêkanîn. Heke ev tecrîd ranebe wê krîza ekonomîk tu carî nesekine û ew ê tu carî aştî neyê vî welatî.”
Muazzez bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 87 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Divê em deng bidin vê berxwedana li zindanan. Leyla Guven balê dikşîne ser jiyana azad û bi rûmet.”
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest bimeşe lê polîsan ew asteng kirin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî welatî bi berzkirina dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zîndanan" meşiyan heta Kolana Cumhuriyetê ya li Navenda Sûkê û meşa xwe li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Wanê bi dawî kirin.