Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome

  • 15:46 2 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya Nobetê ya Parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê ji bo piştgiriya çalakiya Hevkeroka KCD'ê û girtiyên li girtîgehan ketine grevê berdewam dike. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk îro nobet dewir girt. Di nobetê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku piştî sala 2015'an tecrîd bêtir giran bûye û wiha got: "Em dê bi hevre vê tecrîdê bişkînin." 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 87 rojin di greva birçîbûnê de ye, li avahiya KCD'e di roja 3'yemîn de nobeta xwe berdewam dikin. Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz û Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik ku duh dest bi nobetê kiribûn îro nobet dewrî Parlamenterên HDP'ê Tuma Çelîk kirin. Li salona ku zuyaret tên qebûl kirin pankarta wêneyê Leyla Guven, Îmam Şîş ê li Gallerê û Nasir Yagiz ê li Hewlerê di grevê dene û nivîsa “Emê tecridi bişkinin faşizmi helweşinin” vekirin. Îro Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtalan, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogulları, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Peyasê Kezban Yilmaz û Necati Pirinççîoglu, Hevserokê  TUAY-DER'ê Abdülmenaf Kur, malbatên girtiyên zarokên wan di grevê de, Endamên Platforma Şaxan a KESK'ê û rêveberên DÎSK'ê nobeta li KCD'ê ziyaret kirin. 
 
Malbatên girtiyan diyar kirin ku zarokên wan bi riya telefonê peyam ji wan re şandiye û wiha gotin: “Em li dijî hemû zext û tundiyê di greva birçîbûnê de ne û çalakiya xwe berdewam dikin. Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiyên me dê bidome. Niha tenê canê me heye. Em amade ne vî carî di vê oxirê de bidin." 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku piştî sala 2015'an tecrîd bêtir giran bûye û wiha got: "Em dê bi hevre vê tecrîdê bişkînin. Dewlet konseptên cuda pêş dixin. Dixwazin gel bê vîn bihêlin. Kî devê xwe vedikin wan digirin û davêjin zindanê. Li çar perçeyan êrîş dikin. Ji bo hevalên me bigêjin armanca xwe çi ji destê me bê emê bikin. Em dê bi hevre vê tecrîdê bişkînin." 
 
Wekîlê HDP'ê Tumay Çelik ku nobet dewir girt jî wiha got: "Îro di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li ser her kesî heye. Hevalên me Leyla Guven, ên li girtîgehan û ewropa bi armanca welatekî demokratîk û jiyanek demokratîk di çalakiyê de ne. Heta ku em bi ser bikevin têkoşina me dê bidome. Ziyareta KCD'ê didome.