Gelê Ereb li Qamişloyê ji bo çalakiya Leyla Guven meşiyan
- 15:28 2 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana zindanan em ê faşîzmê têk bibin', gelê ereb ê bajarokê Çelaxayê bi meşekê piştevaniya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan.
Îro bi sedan şêniyên ereb ên Bajarokê Çelaxayê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê bi armanca piştgriya çalakiya gireva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP Leyla Guven meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên ji bo Leyla hatin berzkirin. Meşê ji destpêka Bajarokê Çelaxayê dest pê kir û li nava bajarokê Çelaxayê veguhert mîtîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarokê Çelaxayê Nezha Sêf El-Dîn, û endamê rêveberiya Meclisa Til Koçber Ehmed Xilêf axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser têkoşîna jina Kurd.
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.