Li aqûbeta Kemal Mumbarîz hat pirsîn
- 15:19 2 Sibat 2019
- Rojane
AMED – Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê li Amedê aqûbeta Kemal Mumbarîz ê li Cizîrê bi Torosa spî winda kirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi şîara “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” di hefteya 521’emîn de li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Ji ber ku Walîtiya Amedê, Parka Koşuyolu li çalakvanan qedexe kir, li ÎHD’ê tê lidarxistin. Wêneyên windayan li erdê hatin raxistin û hildan. Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, rêveberên ÎHD’ê û gelek xizmên windayan beşdar bûn.
Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer axivî û diyar kir ku li welêt binpêkirina mafên mirovan a giran diqewime û bi sedan însan li girtîgehan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Yuksel da zanîn ku rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven her roja ku diçe xerabtir dibe û got: “Ji bo mafên herî bingehîn ku tecrîd bi dawî bibe li ber xwe didin. Tecrîd bi serê xwe sûcek mirovahiyê ye. Divê tu însan di bin tecrîdê neyê hiştin.”
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Kemal Mumbarîz ê di 1’ê sibata 1994’an de ji aliyê esker û polîsan ve bi Torosa spî ku hat windakirin kir û behsa aqûbeta doza wî kir.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bo bîranîna windayan bi dawî bû.