'Bi berxwedana Leyla Guven pêvajoyek nû dest pê kir'
- 15:11 2 Sibat 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Bi armanaca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Kongreya Star li Til Temirê Konê Greva Birçîbûnê hat danî. Jinên beşdarî çalakiyê bûn hestên xwe wiha anîn ziman:"Leyla Guven jêderka hêviya jinan e. Bi berxwedana Leyla Guven pêvajoyek nû dest pê kir."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 87'an. Piştgiriyê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di zindanan de didome. Bi armanaca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Kongreya Star li Til Temirê ya Hesekê Konê Greva Birçîbûnê hat danî. Jinên beşdarî çalakiyê bûn hestên xwe wiha anîn ziman:"Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e. Em ê heta dawî li berxwedana Leylayê xwedî derkevin."
'Em dixwazin Rêber Apo azad bibe'
Jina Ereb Fatima Xidir wiha got:"Em wekî jinên Ereb tecrîda girankirî a dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêber Apo tu cudatiyê naxe nav jinan ew mafê hemû jinan diparêze. Loma em dixwazin ew azad bibe. Em deyindarê Rêberê xwe ne. Ew mîna tîrêjên rojê ya germ di nava ewrên tarî de me ronî kir."
'Em ê hemû bibin dengê Leylayê'
Jina Aşûrî Hîlda Sîmûn wiha got:"Em wekî jinên Aşûrî berxwedana jina azad ku tu carî serî ji faşîzmê re netewand silav dikin. Em ê hemû bibin dengê Leylayê. Em ê ji bo çalakiya Leyla û girtiyên di zindanan de her li ser piya bin."
'Bi berxwedana Leyla Guven pêvajoyek nû dest pê kir'
Dayika berxwedêr Jinda ya bi navê Hemdiya Kute jî wiha got:"Divê sazî û dezgeyên navneteweyî jî dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de bibihîsin. Em naxwazin bibin kole em dixwazin jiyanek azad bijîn û ji bo vê yekê em li berxwe didin. Leyla Guven jêderka hêviya jinan e. Bi berxwedana Leyla Guven pêvajoyek nû dest pê kir. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e. Em ê heta dawî li berxwedana Leylayê xwedî derkevin."