Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqubeta Serdar û Ebubekir pirsîn
- 14:47 2 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Serokê HADEP'ê ya Sîlopî Serdar Taniş û rêveberê HADEP'ê Ebubekir Deniz ên di 25'ê Çileya 2001'an de hatin windakirin pirsîn. Di çalakiyê de kurê Serdar Taniş Diyar Taniş û Keça Ebûbekîr Deniz Ceylan Deniz, peyam şandin û diyar kirin ku çend sal derbas bibin jî dest ji lêgerînê bernadin û dê heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin.
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 723'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Piştî polîsan dayik asteng kirin, dayikan li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Beriya ku dayik daxuyaniyê bidin polisan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Dayikan tîşortên ku wêneyê zarokên xwe yên winda lê zeliqandine li xwe kirin. Dîsa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û qurnefîl kirin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û gelek kesên din tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Serokê HADEP'ê ya Sîlopî Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Denîz ên di 25'ê Çile de hatin binçavkirin û hêj agahî ji wan nayê girtin pirsîn. Keça Fehmi Tosun Besna Tosun daxuyanî da. Tosûn got: "Ji bo Serdar Tanış û Ebubekir Deniz em edaletê dixwazin. Ji bo bê cezakirin bi dawî bibe û faîl bên cezakirin divê em bi rastiyên xwe re rûqayî hev bibin. Divê em sûcê xwe qebûl bikin. Yên ser sûcên berê bincil bikin nikarin bigêjin heqîqetê. Bincilkirina sûcên berê rê li pêş cînayet û sûcên nû vedike."
Besna, bal kişand ser qedexekirina çalakiya li Qada Galatasarayê û wiha lê zêde kir: "24 hefteye çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê tê astengkirin. Li Tirkiye 24 hefteye demokrasî tê astengkirin. Me asteng dikin ji ber ku em heqiqetê tînin ziman. Ji ber ku em li nirx û têkoşîna mirovên hatin qetilkirin xwedî derdikevin. Çalakiya me di hefteya 723'an de berdeam dike. Em aqûbeta siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz ên 18 sal berê li Sîlopî hatin windakirin dipirsin. Serdar Tanış û Ebubekir Deniz di 25'ê Çileya 2001'an de ji bo îfadeyê çûn çûn qereqolê û li wir hatin windakirin. Fermandar Astsubay Taşkın Akgun, li telefona Serdar Taniş geriya û xwest biçe Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyê. Li ser vê yekê Serdar Taniş û Ebubekir Deniz bi hevre çûn Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopiyê û piştre li wir hatin windakirin. Piştî Denîz û Taniş hatin windakirin parazvanên mafên mirovan, nûrenên DMME'ê û PMME'ê ketin navberê. DMME'ê tespît kir ku windakirina Taniş û Denîz aydî Tirkiye ye. Biryar dan ku mafê Denîz û Taniş îhlal bûye. Em bang li rayedaran dikin ku rastiyê ronî bikin. Heta daxwazên me yên heqîqet û edaletê pêk bên emê têkoşîn û lêkolîna xwe berdewam bikin. Em dê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.
Piştî daxuyanî dan nameya keça Ebubekir Deniz Ceylan Deniz xwendin. Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak nameya Ceylan Deniz xwend û wiha got: "Canê min bavê min. 18 sal borin em ji te qetiyan. Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji dest me stendin. Bi salan e ev kêmasî heye. Li malê her ku em li ser sifreyê rûdinên, çav li wêneyê bavê xwe dikevim. Wexta dimeşim jî xeyalana çêdikim û dibêjim 'wexta bê gelo wê berteka min çawa be.' Piştî bavê min hat windakirin, rewşên bi vî rengî rû dan. Em ne yên dawî bûn.Her çend pêvajo zor û zehmet be jî, lê belê niha hevrêyên bavê wên alaya wî bilind dikin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Tu baş nayê bîra min. Jiber ku ez 5 salî bûm. Kenê te wekî xewnekê tê bîra min. 18 sal borîn, lê em tu agahî ji te nagirin. Em bi heviya agahî ji te bigirin dijîn. Çend sal û sedsal biborin jî emê lêgerîna te berdewam bikin."
Kurê Serdar Taniş ê 19 salî Diyar Taniş jî axivî û wiha got: "Dema bavê min û hevalê xwe hat binçavkirin û windakirin ez 1 salî bûm. Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me bê encam man. Em hevî dikin ku rojekê daraza serbixwe pêş bikeve û hesab ji kujeran bipirse. Heta ku em hebin emê li aqûbeta wan bipirsin."
Herî dawî wekilê CHP'ê û nûnerê TİHV'e yê Amedê yê wê demê Sezgîn Tanrıkulu jî têkildarî bûyerê axivî û çalakî bi drawî bû.