Li Til Temirê Konê Greva Birçîbûnê hat vedan
- 14:42 2 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanaca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Kongreya Star li Til Temirê Konê Greva Birçîbûnê hat danî.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 87'an. Piştgiriyê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di zindanan de didome. Bi armanaca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven Kongreya Star li Til Temirê ya Hesekê Konê Greva Birçîbûnê hat danî.
Çalakiya Konê Birçîbûnê bi axaftina Endama Koordinasyona Kongreya Star Zeyneb Mûrad dest pê kir. Zeynebê berxwedana Leylayê silav kir û wiha got:"Bi berxwedan û çalakiya Leyla Guven pêvajoyek nû hat destpêkirin, dewleta Tirk naxwaze ku statuyeke kurdan were avakirin lewra bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dike. Lê em ê heta dawî li berxwe bidin. Em ê her roj li qadan li ser piya bin."
Dê çalakiya Konê Greva Birçîbûnê 2 rojan bidome.