Rojnameger Melike Aydin li qereqolê tê sekinandin

  • 13:47 2 Sibat 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Hat hînbûn ku nûçegîhana me Melike Aydin a ku li Aydinê hat binçavkirin li Aydinê di bin çavan de tê hiştin. 
 
Nûçegîhana me Melike Aydin dema ji Aydinê vedigeriya Îzmîrê hat binçavkirin. Melikaya ku parvekirinên wê yên medyaya civakî wekî sedema binçavkirinê hat nîşandan, hat hînbûn ku niha li qereqola jandarmayê ya Aydinê tê sekinandin. Tê payin ku dê di demên pêşî de Melikeyê bînin Îzmîrê.