HDP'ê bertek nîşanî biryara derbarê Sebahat û Gultanê da

  • 13:27 2 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dijî cezayên ku li Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak hatin birîn helwest nîşan dan û gotin, ''Bi fermana qesrê ev ceza dane. Ji bo vê jî biryara ku hatiye danîn ji hêla me ve, ti hikmê xwe tine."
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî cezayên giran ku li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatî birîn daxuyanî dan. Buldan û Temellî di daxuyaniyê de diyar kirin di darizandina Tuncel û Kişanak de gelek nehiqûqî û nelirêtî hene û wiha gotin:  "Biryar ne hiqûqî ye. Siyasî ye û bi fermana Qesrê ev biryar  hatiye dayin. Ji bo vê jî ev biryar li cem me, di wijdanan de tu hikmê xwe tine. Dageha di bin nîrê desthilatê de bi vê biryarê di şexsê Tuncel û Kişanak de siyaseta demokratîk ceza kiriye.''
 
Hevserokên HDP'ê Buldan û Temellî gotin ev hişmendî berdewama asayîşî û tolhildêr a li ser înkara Kurdan e ku ev 100 sal in didome û wiha lê zêde kirin: "Ev ê tenê bi  Kurdan re sînordar nemîne, gefê li hemû hêzên demokrasiyê, hemû kesên ku cihê difikirin û hemû muxalefeta demokratîk dixwe. Çawa ku êrîşên Cemeatê yên li dijî siyaseta Kurdan û gel bi Kurdan re sînordar nema û li ser Tirkiyê bû darbe, AKP jî bi darbeya 20'ê Tîrmehê ya Rewşa Awarte çi kesê ku cuda difikire ji xwe re kiriye hedef.''
 
Hevserokan, dan zanin ku ev biryara ku beriya hilbijartina 31'ê Adarê hatiye dayin, muhendisiyeke siyasî jî di nav xwe de vedihewîne û wiha bi dawî kirin: ''Ev desthilat her ku ceza dike, weke mînaka ku Selahattîn Demîrtaş ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê hatiye nîşandan, em ê mezin bibin. Ên ku ev biryar dane jî, weke yên ku duh li zindana Amedê êşkence li Kişanak kirin û weke mîmarên darbeya 2'yê Adara 1994'an wê bi rûyekî reş werin bibîranîn.''