Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 17'emîn dewir girt

  • 11:53 2 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 17'emîn dewir girt. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 87'an. Piştgiriya ji bo çalakiyên grevê birçîbûnê didomin. Li Wargeha Mexmûrê jî ev 49 rojin ku çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye. Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 17'emîn dewir girt. Berî çalakî dewir bê girtin ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Li ser koma 16'an Ruken Kara axivî û got:"Serokê me bi salan e di nava çar dîwaran de ne. Tecrîdek giran li ser tê meşandin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Heta dawiyê em ê têkoşîna ji bo Serokê xwe bidomînin."
 
Berxwedana jina kurd wê meşaleya azadiyê geş bike
 
Ruken Kara di dawiya axiftina xwe de wiha got:"Dê serkeftin her a Gelê Kurd be. Berxwedana jina kurd wê meşaleya azadiyê geş bike."
 
Piştî axafrinê koma 17'emîn çalakiya grevaq birçîbûnê dewir girt.