Li şirnexê ji 4 jinên di bin çavan de 2 hatin berdan

  • 16:52 1 Sibat 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji 22 jinên ku di encama operasyona navenda wê Şirnexê bû de hatin binçavkirin 18 jê serbest hatibûn berdan û ji 4 jinên ku di bin çavan de ma 2 jê jî îro hatin berndan. 
 
Li Şirnexê berî bi sê rojan di oprasyonên hem wext ku bi ser malan de hat gitin 2 jin hatibûn binçavkirin. Ji 22 jinên ku hatin binçavkirin û di nava wan de namzeda hevşaredartiyê ya Şaredariya Şirnexê Bêrîvan Kutlu jî hebû 18 jin duh piştî îfadeya wan hat gitin hatibûn berdan. Piştî jinên ku bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 4 Jinên ku man dibin çavan de jî îro îfadeya wan hat girtin.
 
Jina bi navê Eda Bezencir ku li Çewlikê hat binçavkirin û piştre anîn Şirnexê piştî îfadeya wê hat gitin hat berdan û Helîma Tarak jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
Jina bi navê Sebahat Ugur û Weşşan Kulter jî piştî îfadeya wan hat gitin bi daxwaza gitinê sewkî dadgehê hatin kirin.