Destûra mitînga Stenbolê hat dayîn
- 13:55 1 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - HDP’ê ji bo mitînga “Ked, Aştî û Azadiyê” ya dê li dijî tecrîdkirina Ocalan li Bakirkoyê li dar bixe serî li Walîtiya Stenbolê da. Ji bo mitîngê destûr hat dayîn.
Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê dê di 3’ê sibatê li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê mitînga “Ked, Aştî û Azadiyê” li dar bixe. HDP’ê ji bo destûrdayîna mitîngê serî li Walîtiya Stenbolê da. Walîtiyê destûra li dar xistina mitîngê da. Amadekariyên mitîngê jî bi lez û bez didomin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê beşdarî mitîngê bibin. Her wiha dê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 86 roj in di greva birçîbûnê de ye bi weşana zindî beşdarî mitîngê bibe.