Li dijî êrîşên asayişa PDK'ê daxuyanî hat dayin

  • 13:04 1 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Asayişa PDK'ê êrîşî jinên ku li ber NY'ê ketibûn greva birçîbûnê kiribûn. Têkildarî mijarê de gelê Wargeha Mexmûrê daxuyanî da. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 86'an. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Asayişa PDK'ê jî do êrîşî çalakgerên di greva birçîbûnê de kiribûn. Têkildarî mijarê de gelê Wargeha Mexmûrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê çalakiyên li dijî tecrîda giran bidome.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em xwedî Rêberekî bi rûmet e. Em ê heta dawiyê ji bo tecrîd bi dawî bibe di nava çalakiya de bin. Em ê heta dawî li dijî êrîşên dewleta tirk û alîgirên wê bisekinin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.