Jinên rastî êrîşên asayişa PDK'ê hatin çalakiya xwe didomînin
- 11:01 1 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên rastî êrîşên asayişa PDK'ê hatin çalakiya xwe didomînin
Jinên ku li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbuyî (NY) ya li Hewlêrê, bi destûra nûnertiya NY’ê, li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dest bi çalakiya grevê kiribûn, şevê din rastî êrîşa asayîşa PDK’ê hatibûn û çadira wan ji wan hatibû stendin. Lê jinan tevî sermayê çalakiya xwe domandin.
Meclîsa Îştar a Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mexmûrê di 30’ê çileya 2018’an de serdana Nûnertiya NY ya Hewlêrê kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ber avahiya nûnertiyê greva birçîbûnê bidin destpêkirin û çadir vedin. Piştî ku nûnertiyê jî destûr da, jinan li ber avahiyê çadir veda û çalakiya xwe da destpêkirin.
Piştî 24 saetan, ango 31’ê çile de asayîşa girêdayî PDK’ê êrîşî çalakvanan kir û çadirên wan hemû rakirin. Asayîşê her wiha hemû kel û pelên çalakvanan jî desteser kirin.
Li ser êrîşê çalakvananên jin jî, dest bi çalakiya protestoyî kirine û gotin ku ewê gav paşve ne avêjin.
Jinên ku bê çadiran man, tevî sermaya zivistanê jî heta serê sibehê çalakiya xwe domandin.