'Viyan Soran ji bo me evîna serxwebûnê ya bi rûmet e'
- 09:04 1 Sibat 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Leyla Wali Huseyin (Viyan Soran) ji bo tecrîda giran û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Derbarê 14'emîn salvegera şehadeta berxwedêr Viyan Soran de jinên Til Temirê hestên xwe anîn ziman û gotin:"Viyan Soran ji bo me evîna serxwebûnê ya bi rûmet e. Em ê wê tu carî ji bîr nekin."
Berxwedêr Leyla Wali Huseyin (Viyan Soran) di 1981'an de li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Silêmanî qedand. Viyanê ji aliyê hevalên xwe gelek dihat hezkirin û ew her di nava lêgerînekê de bû. Ji bo ji vê lêgerînê bersivekê bibîne di sala 1997'an de dev ji dibistanê berda û di nava tevgera têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Di nava têkoşîna azadiyê de li ser mijarên wekî rastiya civakê, jin û dîrokê sekinî. Viyana ku bi salan têkoşîna nasnameyê da şopandina doza Zarîfe û Besêyan ji bo xwe kir wekî rêgez. Di 1'ê Sibata 2006'an de ji bo tecrîdê û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li Herêma Heftenînê bedena xwe da ber agir. Berî ku bedena xwe bide ber agir nameyek ji malbata xwe re nivîsand û di nameyê de got:"Heta em beden nedin em azad nabin." Derbarê têkoşer Viyan Soran de jinên Til Temirê gotin:"Rêya Viyanê dê her pêşiya me ronî bike. Em ê bi hêz û têkoşîna wê her serbilind bin."
'Xwe li dora Rêberê xwe kir xelek'
Endama Rêveberiya Kongreya Star Çinar Yûsif wiha got:"Viyan Soran xeta Zîlan, Bêrîvan û Rehşanan hilbijart. Ew jî ket nava refên têkoşerên bi rûmet. Viyanê ji bo zincîra koletiyê bişkîne serî hilda. Xwe li dora Rêberê xwe kir xelek. Di cîhanê de bû mînaka têkoşîn û rizgariyê. Bi seknek ji xwe bawer li dijî zihniyeta faşîst û ya nasnameya kurdan tune dihesibîne, têkoşiya. Têkoşîna wê ji bo me feyzek mezin e. Em ê her bi berxwedana wê serbilind bin."
'Rêya Viyanê dê her pêşiya me ronî bike'
Endama Meclîsa Bajarê Til Temirê ya Ereb, Sena Casim jî wiha got:"Naskirina Viyanê û têkoşîna wê jiyanek nû û serkeftî ye. Ew bi îradeya xwe ya xurt li dijî hemû êrîşan sekinî. Ji bo nasname û azadiya xwe heta dawiyê li berxwe da. Ew ji bo me evîna serxwebûnê ya bi rûmet e. Em ê wê tu carî ji bîr nekin. Rêya Viyanê dê her pêşiya me ronî bike. Em ê bi hêz û têkoşîna wê her serbilind bin."