Ji ser gotina 'heta em bedel nedin em azad nabin' 13 sal derbas bû

  • 09:03 1 Sibat 2019
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Derbarê 14'emîn salvegera şehadeta berxwedêr Leyla Walî Huseyin (Viyan Soran) a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir jinên Kobanê yên ku navê Viyan Soran li zarokên xwe kirine axivîn û gotin:"Me xwest em navê Viyan Soran li zarokên xwe bikin û li têkoşîna wê xwedî derkevin. Viyan Soran ji bo me xeta azadî, têkoşîn û aştiyê ye em ê heta dawî şopdarê doza wê bin." 
 
Berxwedêr Leyla Wali Huseyin (Viyan Soran) di 1981'an de li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Silêmanî qedand. Viyanê ji aliyê hevalên xwe gelek dihat hezkirin û ew her di nava lêgerînekê de bû. Ji bo ji vê lêgerînê bersivekê bibîne di sala 1997'an de dev ji dibistanê berda û di nava tevgera têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Di nava têkoşîna azadiyê de li ser mijarên wekî rastiya civakê, jin û dîrokê sekinî. Viyana ku bi salan têkoşîna nasnameyê da şopandina doza Zarîfe û Besêyan ji bo xwe kir wekî rêgez. Di 1'ê Sibata 2006'an de ji bo tecrîdê û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li Herêma Heftenînê bedena xwe da ber agir. Berî ku bedena xwe bide ber agir nameyek ji malbata xwe re nivîsand û di nameyê de got:"Heta em beden nedin em azad nabin." 
 
Navê Viyan Soran a ku li dû xwe mîrateya azadî û têkoşînê hişt li gelek zarokên Kurd hat kirin. Jinên Kobanê yên ku navên zarokên xwe kirine Viyan Soran hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em hêza xwe ji jinên wekî Viyan Soran digirin. Jinên wekî Viyanê bi hêz û baweriya xwe heta dawiyê li doza xwe xwedî derdikevin. Em ê li mîrateya lehengên wekî Viyanan her xwedî derkevin."
 
'Em ê li doza şehîd û lehengên xwe xwedî derkevin'
 
Jina bi navê Cîhan Ehmed bi lêv kir ku ew ê tu carî jinên Kurd ên leheng ji bîr nekin û wiha got:"Jinên Kurd li ku derê dibin bila bibin, her tim pêşengiyê dikin. Dema  ku mijar bibe Rêber Apo bertek gelek cudatir dibe. Viyan Soran jî yek ji jinên leheng a Kurd e. Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Arîn, Avesta, Barîn û gelek jinên leheng ên Kurd her dem riya me ronî kirine. Ew çavkaniya hêza me ne. Ez gelek di bin bandora çalakiya Viyan Soran de mam. Loma min navê zaroka xwe kir Viyan. Em îro bi saya şehîdên xwe û lehengên xwe li ser axa xwe dijîn. Em ê li doza şehîd û lehengên xwe her xwedî derkevin."
 
'Em hêza xwe ji jinên wekî Viyan Soran digirin'
 
Ayîşe Sulêman jî diyar kir ku ji bo xwedîderketina mîrateya berxwedêran ew her dem di nava têkoşînekê de ne û wiha got:"Viyan Soran ji bo azadiya Abdullah Ocalan agir bera bedena xwe da. Ev çalakiya wê tu carî nayê jibîrkirin. Em gelek di bin bandora wê de man. Me xwest em navê Viyan Soran li zarokên xwe bikin û li têkoşîna wê xwedî derkevin. Viyan Soran ji bo me xeta azadî, têkoşîn û aştiyê ye em ê heta dawî şopdarê doza wê bin. Em hêza xwe ji jinên wekî Viyan Soran digirin. Jinên wekî Viyanê bi hêz û baweriya xwe heta dawiyê li doza xwe xwedî derdikevin. Em ê li mîrateya lehengên wekî Viyanan her xwedî derkevin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
.