Gelê Êlihe ji bo Leyla Guven meşiyan
- 08:40 1 Sibat 2019
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, gelek kes bi meşekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdê bê di greva birçîbûnê de ye.
Li Êlihê, parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaran jî di nav de gelek bi meşekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 85 roj in di ji bo dawî li tecrîdê bê di greva birçîbûnê de ye. Di dema meşê de li pîspîskê hat xistin û dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" hat berzkirin.