Daneşîna biryarê ya Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak sibe ye
- 16:15 31 Çile 2019
- Rojane
MELETÎ - Daneşîna biryarê ya doza Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û ya Hevseroka Giştî a DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel wê sibe li Meletî bê dîtin.
Daneşîna biryarê ya doza Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û ya Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel wê sibe li Meletî li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin.
Jinan ji bo tevlibûna daneşînê bang kir
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser Medyaya civakî ji bo tevli daneşîna Sebahat a ku 17 roj e di greva birçîbûnê de ye û Gultanê bibin banga tevlibûnê kir.