Duyemîn Konferansa Jinên Êzidî li Şehbayê dest pê kir
- 13:36 31 Çile 2019
- Rojane
ŞEHBA - Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Êzîdî a Kantona Efrînê û bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzîdî mezintir bikin" dest pê kir.
Îro li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê duyemîn Konferansa Jinên Êzîdî bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzîdî mezintir bikin" dest pê kir. Bi tevlîbûna nûnerên Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Kantona Efrînê, nûnerên Yekîtiya Jinên Êzîdî yên bajarê Helebê, nûnerên Tevgera Jinên Şengalî û tevahî sazî û rêxstinên sivîl û Kongreya Star Konferansa Jinên Êzidî dest pê kir.
Eywana Konferansê bi wêneyên berxwedêrên azadiyê û bi wêneyê Mam Zekî Şengalî hat xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Berxwedana Leyla Guven sembola azadiya jinên cîhanê ye", "Bi rihê berxwedana Xanî, Avesta, Barîn Efrînê nirzgar bikin" hatin daliqandin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre dua hat xwendin. Piştre sinevizyona derbarê Jinê Êzidî de hat temaşekirin. Dawiyê dîwan hat hilbijartin.
Di berdewamiya Konferansê de Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediya Hûsif axivî. Hediya balkişand li ser rewşa heyî û got:"Tevî aloziya Sûriyeyê û şert û mercên heyî û dijwar dîsa jî em ê konferansa xwe li dar bixin. Şerekî dijwar niha heye û bêtir jin û destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Hêzên hegemonîk jî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin vî şerî gur bikin. Lê ji bo şer bi dawî bibe em her di nava hewldanê de ne."
Hedîyayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Berxwedan dirûşmeya me ye. Divê em hemû jin xwe birêxistin bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan rola jinê girîng e. Loma divê hemû jin bi vê rola xwe bizanibin û li dijî şerê taybet serî hildin."
Her wiha Berdevka Tevgera Jinên Şengalî Şemra Remo got:"Ji bo jiyanek azad û serbixwe em her di nava hewldanê de ne. Îro Leyla Guven wekî jinekê ji bo jiyanek aram û serbixwe di nava têkoşînê de ye. Em ji têkoşîna wê hêzê digirin û em dibêjin em dev ji têkoşîna xwe bernedin."
Duyemîn Konferansa Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê didome.