Berxwedana Leyla Guven ket roja 85'an

  • 10:44 31 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye ket roja 84'an. Leyla Guven piştî hat berdan 5 roj in li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike. 
 
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 84'an de berdewam dike. 
 
Dê serdan li KCD'ê bên qebûlkirin
 
Leyla Guven ji roja ku hatiye tehliyekirin hezkiriyê wê li mala wê ew ziyaret dikirin. HDP'ê daxuyanî da û got ku dê serdanên ji bo Leyla Guven li KCD'ê bên qebûlkirin. Ji ber tenduristiya Leyla Guven ne baş e dê serdanên ji bo wê li KCD'ê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP û endamên KCD'ê bên qebûlkirin. 
 
Leyla hîn nehatiye muayenekirin
 
Her wiha Leyla Guven hîn ji aliyê heyetek azad nehatiye muayenekirin. Parêzerên wê ji bo Leylayê ji aliyê heyetek azad ve bê muayenekirin serî li Odeya Tabiba Amedê dabûn lê ji ber ku Leylayê xwe baş hês nedikir nehatibû muayenekirin. 
 
Diçin ber deriyê mala Leyla û piştigiriyê didin wê
 
Her wiha HDP, DBP û TJA her şev diçin ber deriyê Leyla Guven û deng didin çalakiya wê. Keça Leylayê, Sabiha Temizkan ji bo vê piştgiriyê dibêje ku diya wê moralê wê baş dibe. Her wiha ji her aliyê cîhanê nivîskar, hunermend û rewşenbîr peyamên piştgiriyê ji bo Leylayê dişînin.
 
Çalakiyên grevê birçîbûnê belav dibin
 
Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 72'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 46'an de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 47'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 282 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.