'Em ê bi dilekî yek faşîzmê têk bibin'

  • 10:09 31 Çile 2019
  • Rojane
Rûken Goman  
 
QAMIŞLO - Jinên Dêrikê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojava de nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Divê dagirkerî û faşîzm bi dawî bibe. Em ê bi dilekî yek faşîzmê têk bibin."
 
Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê didome. Têkildarî mijarê de jinên Dêrikê yên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Êrîşên dewleta tirk ên herî dawî yên li ser Şêledizê û serîhildana gel a li dijî dagirkeriyê, divê ji aliyê hemû kurdan bê dîtin. Ev mijarek girîg e. Divê em bêdeng nemînin. Di bin banê yekîtiyê de têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bidome."
 
'Divê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek'
 
Sîwam Dawid anî ziman ku di dîroka Gelê Kurd de xwedîderketina doza xwe derketiye pêş û wiha got:"Li dijî êrîşên dewleta tirk qada navneteweyî û sazî û rêxistinên mafên mirovan divê bêdeng nemînin. Hêzên hegemonîk ên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin, divê êdî rêya wan bê birîn. Li ser keda gelan tê xwestin ku dagirkeriyek mayinde bê avakirin. Divê li dijî vê yekê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û li berxwe bide. Divê dengê Gelê Kurd ên li Başûr di bin siya berjewendiyên kesan de neyê hiştin."
 
'Dagirker dê di nava rûpelên dîrokê yên reş de bên windakirin'
 
Hediya Abdullah jî wiha got:"Li dijî êrîş û dagirkirina dewleta tirk hêzek hevpar lazim e. Niha li Başûrê Kurdistanê gelek baragehên dewleta tirk hene û her roj li ser Başûr dewleta tirk bombeyan dibarîne. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a Başûr û Rojava divê helwestek hevpar bê nîşandan. Divê dagirkerî û faşîzm bi dawî bibe. Em ê bi dilekî yek faşîzmê têk bibin. :"Êrîşên dewleta tirk ên herî dawî yên li ser Şêledizê û serîhildana gel a li dijî dagirkeriyê, divê ji aliyê hemû kurdan bê dîtin. Ev mijarek girîg e. Divê em bêdeng nemînin. Di bin banê yekîtiyê de têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bidome."