Li Amed û Êlihê çalakiya piştevaniya bi grevê re hat lidarxistin

  • 09:59 31 Çile 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Meclisa Ciwanên HDP'ê li Amedê û li Êlihê jî parlamenterên HDP'ê bi çalakiyên ku li dar xistin piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven.
 
Ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re û bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê li Êlihê meş û çalakiya dengderxistinê hat kirin.
 
Li Amedê jî Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Yenîyola Peyasa Amedê meş da li darxistin. Ciwanên ku dest bi meşê kirin bi êrşa polsîan re rûbirû man. Di encama êrîşa ku hat kirin de Şîrîn Aslan hat binçavkirin.  Hat ragihandin ku Şîrîn birin Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.
 
Feleknas Uca û Aşe Acar Başaran jî di çalakiyê de bûn
 
Li êlihê ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Bşaran û Feleknas Uca meşiyan. Ayşe û Feleknas, posterên Leyla Guven hildan, meşiyan û deng derxistin. Welatiyan jî piştgirî da çalakvanan.