ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2019'AN
- 09:00 31 Çile 2019
- Rojev
*Li gundê girêdayî navçeya Çelê ku bi navê dêrê tê zanîn dêra Mersava ya dîrokî ku ji gelê ermenî maye bi salan ne hebûna xwe parastiye û heta roja me ya îro hatiye. Dêra dîrokî ku heta roja îro li ser piyan maye ji ber ku nayê parastin wekî axur tê bikaranîn. Têkîldarî dîroka dêrê û gund Rabiya Olmez axivî. Rabiyayê diyar kir ku divê bermahiyên dîrokî xwedî bê derketin û bên parstin. BI DÎMEN
*Akademîsyen Arzu Yilmaz diyar kir ku di vê astê de ne pêkan e mutabakata Edeneyê bikeve jiyanê û ji bo mutabakat pêk bê divê beriya her tiştî Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve. Arzuyê bi lêv kir ku bi vê tercîha Rûsyayê, tê xwestin ku Tirkiye Sûriyeyê wekî hêzek serdest bibîne û Tirkiye ketiye qunçikê. Arzuyê anî ziman ku AKP ya ji ber krîza aborî û hem jî ji ber windakirina bûyeran ketiye tengasiyê, ji ber nikare krîzek din bigire ber çavan, helwestek lihevkirinê nîşan dide û vê li hember demê dilîze.
*Namzeta hevşaredariya Artemîtê ya Wanê ya HDP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji bo jinan projeyên girîng hedef dike. Gulcanê diyar kir ku ew gundê Jinwarê yê li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin çima li Artemîtê neyê avakirin û got ew gundekî ku jinên rastî şîdetê hatine dikarin bi zarokên xwe re lê bimîne hedef dike.BI DÎMEN
*Ayşe Acar Başaran a HDP’yî bêdengiya li dijî greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku yek ji encama meclîsê ye û ya li girtîgehan û got: “Meclîseke ku xwedî li endama xwe dernakeve heye. Ji mekanîznameyeke ku pirsgirêkan çareser bike wêdetir, mekanîzmayeke bi rejîma faşîst tê rêvebirin heye. Li dijî daxwazên gel gûhê xwe girtin, ji bo pêşerojê întîxareke.” BI DÎMEN
*Hat hînbûn ku qada Keleha Mêrdînê ya ji derveyê radara aydê NATO’yê dimîne, firotine Orhan Mîroglu yê AKP’yî û ev qad ji bo kafe û restorantê hatiye kolandin.