Namzedên HDP'ê li Erdîşê ji aliyê bi hezaran ve hatin pêşwazîkirin

  • 16:31 30 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Bernameya Danasîna namzedên HDP'ê li Erdîşê ji ber eleqeya zêde veguherî mîtîngê. Namzedên ku axivîn diyar kirin ku ew ê hesap ji qeyûman bipirsin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Erdîşa Wanê bi tevlibûnê namzedên hevşaredartiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û hevserokên HDP2ê yên navçeyê namzedên xwe yên hevşaredar ên Şaredariya Erdîşê dan nasîn. Bernameya Danasînê ji ber eleqeya gel a zêde veguherî mîtîngê. Di bernameya danesîna ku li ber Hala Sebze hat kirin de bi hezaran kes tevli bûn.  Di bernameyê de namzedên hevşaredartiyê yên ji bo şaredariya navçeyê Yildiz Çetîn û Mehmet Pala cara yekemîn bi gel re hatin cem hev.
 
Di destpêka bernameyê de namezeda hevşaredartiyê Yildiz Çetîn, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin  û Dîba Keskîn a ku li Şûna wê qeyûm hat tayînkirin û hat gitin silav kir.
 
Namzedê hevşaredariyê Mahmut Pala jî diayr kir ku gel tu carî paşve gav neavêtiye û li gel hemû tundiyê vê carê jî wê gavê paşve navêje. Mahmut anî ziman ku ew ê navçeyê bi awayê komunal rêve bibin, girîngiyê bidin wekheviya jin û mêr û axaftina xwe bi helbesta Helbestkar Ahmet Arîf a bi sernavê "Notên ji Birca Amedê" bi dawî kir. 
 
Namzedê hevşaredartiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa avci jî diyar kir ku çi dikin bila bikin ew ê bi ser kevin. Mustafa di berdewamiyê de anî ziman ku bi slaan e zil û zordestî berdewam dike, serdestan tu encm heta roja îro ji vê zilmê negitiye wê ji îro û şûnde jî nikaribin bigirin.
 
Namzeda Hevşaredariyê ya Şardariya Bajarê Mizin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî ev tişt got: "Li cihê ku jin dibin xwedî gotin xwedî hêza ku hemû îktîdaran têk bibe ye. Ji ber ku dizanin wê jin îkdtîdara wan hilweşînin di serî de êrîşî jinan dikin. Lê em ê di 31'ê Adarê de hesap ji qeyûman bixwazin."
 
 
Mîtîng bi dirûşma "Erdîş bi we serbilind e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bi dawî bû.