Pervîn Buldan: Wê qeyûm piştî 31'ê Adarê Mêrdînê ji dest bide
- 14:35 30 Çile 2019
- Ramyarî
MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan di bernameya danasîna namzedên hevşaredariyê yên Mêrdînê de axî û got ku kesên bi derevan dixwazin hin tiştan bi dest bixin wê di 31'ê Adarê winda bikin û xwest ku her kes bi ruhê seferberiyê tevi xebatan bibe.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê û namzetên Hevşaredariyên Mêrdînê û navçeyên wê li Salona Tesîsên Bîlen a Mêrdînê bernameya danasîna hevşaredariyan pêk anî. Di bernameya hevşaredariyê de Namzetê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ewil derket ser dikê û diyar kir ku qeyûm dest danîye ser hemû nirxên gel û ew saz didin ku dê hemû nirxên gel dîsa paşve bistînin û şaredariyê têxin xizmeta gel. Danasînê bi rêxgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û sînvevîzyona bi mjara ji sla 197 -2014'an rêvberiyên herêmî hat nîşandan.
‘Em ê xebateke bi rêk û pêk bidin meşandin’
Di destpêka bernameyê de namzeda hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag axivî û diyar kir ku ew ê bi gele kurd re gelek xebatên girîng bidin meşandin.
'Kesên ku xwestin êrîşî Gelê Kurd bikin em kirin hedef'
Namzedê hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku dema hevşaredar bû li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û ji nî ve bû namzed Ahmet Turk jî ev tişt got: "Em pariyeke ku bi salan e siyaseta azadî û demokrasiyê dimeşînin. Pêvajoya berxwedanê ku hat jiyîn ne pêvajoyeke hêsan bû. Di vê pêvajoya berxwedanê de gelek bedel hatin dayîn û ji vir û şûnde jî ew amade ku bedelan bidin.
'Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin zordariyê'
Piştî Ahmet Turk Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axivî û wiha got: "Gelê Mêrdînê dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê. Ereb, Turd, Mehelmî, Suryan û gelên din dê Mêrdînê bi rêve bibin." Perwîn ewil gel slav kir û wiha got: "Mehmet Sîncar bi hurmetî bi bîr tînim. Di şexsê Mehmet Sîncar de hemû şehîdên demokrasiyê bibîr tînim. Îro hemû hevrêyên Sîncar vê têkoşînê bi heman biryarê pêş dixin. Îro çalakî û berxwedana Leyla Guven di roja 84'an de berdewam dike. Birêz Leyla Guven ji bo aştî, demokrasî pêş bikeve. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe daniye holê. Têkoşina wê ya bi rûmet teqez û teqes bê bi ser bikeve. Em dê bi hevre bigêjin rojên ronî. Rêya ku Leyla Ronî dike, rêya hevpar agelan a aştî, demokrasiyê û azadiyê ye. Em dê li gel wê bin. Hêvî û wêrekiya wê hêzê dide me. Sebahat Tuncel, Selma Irmak jî bi heman rengî bedena xwe dan ber birçîbûnê. Bûrcû Çelîk jî da şopa wan. Em dîsa hemû hevalên ku ketine greva birçîbûnê bi hurmetî wan silav dikin û em bawer dikin em dê bi hevre tecrîdê bişkînin."
'Ugur Kaymaz qetil kirin'
Pervîn, bal kişand ser heqaretên Qeyûm ku li vina gel dike û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku qeyûm piştî hat tayînkirin heqaretê li çand û nasnameya gelan dikin. Dema peykerê Ugur Kaymaz hilweşandin cara duyemin qetil kirin. Dema tabelayên pir zimanî rakirin xwestin yek zimaniyê pêş bixin. Lê em dizanin gelê Mêrdînê ku xwedî pir çandî û pir zimanî ye destûr nade vê yekê. Gelê Mêrdînê bi hezaran salin bi hevre dijîn. Tu carî destûr nadin. Tu carî nasname û çanda xwe teslîmî qeyûmê nekir û ji niha û şûnde teslîm nake. Em Mêrdîn teslîmî qeyûmê nakin. Em dê bi vê sekna xwe ya wêrek û azad pêşeroja xwe bi dest bixin."
'Gel nema dikarin ji ber vê desthilatdariyê nefesê bigirin'
Pervîn, destnîşan kir ku gelê Mêrdînê, dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê û wiha pêde çû: "Em dibêjin Hodrî Meydan. Gelê Tirkiye li dijî vê rejîma desthilatdar êdî nikare nefesê bistîne. Nikare bi aramî û xweşî bijî. Hikûmet dixwaze bê şert û merc her kes stuyê xwe ji wan re xwar bike. Gelê me wekî her carê bi hêz, wêrek û bi rêxistin e. Xwedi vîne ku di 31'ê Adarê de xwe bi rêve bibe. Hilbijartina 31'ê Adarê rojek dîrokî ye. Em dê bi hevre vê rejîma faşîst hilweşînin û li herêmê demokrasiyê pêş bixin. Em dê bajarên xwe ji hişmendiya navendî rizgar bikin. Em dê demokrasiyê li herêmê xurt bikin."
'Dê gel bi hev re bi ser kevin'
Pervîn, herî dawî anî ziman ku Mêrdîn bajarê pir çandî û pir zimaniyê ye û wiha bi dawî kir: "Ereb, kurd, mehelmî, suryan, karker, kedkar, ciwan, jin dê Mêrdînê bi rêve bibin. Hûn dê Mêrdîn bi rêve bibin. Li her derên ku şaredariyên me lê hebin em dê bi hevre bajar bi rêve bibin. Em dê hemû tiştên ku aydî gelê me ye bi dest bixin û dîsa teslîmî gel bikin. Em li vir soz didin ku tişta qeyûm stendiye bistînin û radestî gel bikin. Hişmendiya qeyûm dê êdî li vir nejî. Em dê deriyên şaredariyan ji gel re vekin. HDP Dê werin qeyûn biçin. Şaredarî dê bibin şaredariyên hezkirin, xweşbinî, jin, zarok, ciwan û gelan. Em dizanin ku bi şev û roj bi hîleyan dijîn. Bi hîleyan radizên, bi hîleyan hişyar dibin. Lê vê carê em destûr nadin hîleyên wan. Çi bikin bila bikin dê winda bikin. Em carek din dibêjin dê winda bikin, winda bikin windabikin.
Hûn dê hişmendiya qeyûm ku vîna we tune dihesibîne, wan di sindoqê de veşêrin. Ruyê wan ê vîna gel tune dihesibîne tune ku deng ji we bixwaze. Ji ber ku dê şerm bikin derkevin pêşberî gel. Hafizaya gel heye. Hafiza gel hêj zindî ye. Hafiza Nisêbîn, Dêrik Qoserê heye. Hevalên me yên namzet vîna we ye. Hevalê me Ahmet Turk ku hafizaya siyaseta kurd e, tu carî gav paşve navêt. Hûn dê bi hevre bajar bi rêve bibin. Bi coşek mezin emrê xwe da vê têkoşînê. Îro jî bêyî şik vê xizmetê dide ser milê xwe. Hevalên me Ahmet Turk û Fîdan Altundag vîna we ye. Em wan teslîmî we dikin. Em carek din dibêjin, bajar, berxwedan, axtî, pêşeroj, çand Ya Me Ye."