Malbatên Şehîdan: Divê dengê gelê Şêladizê bê bihîstin
- 14:10 30 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ - Derbarê serîhildana gelê Şêladizê de Malbatên Şehîdan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serîhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê mînakek girîng e û wekî Malbatên Şehîdan dê xwedî li vê serîhildanê bê derketin.
Di encama êrîşên bombeyî yên dewleta tirk de li Şêladizê sîvilan jiyana xwe ji dest dabûn. Li dijî vê yekê Gelê Şêladizê li dijî baregahên dewleta tirk serî rakirin. Têkildarî mijarê de Malbatên Şehîdan li Hesekê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dengê gelê Şêladizê baş bê bihîstin û li dijî êrîşên dewleta tirk Gelê Kurd bibin yek
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin:
"Ji bo Gelê Kurd nebe yek dewleta tirk çi ji destan bê dike. Loma serîhildana gelê Şêladizê ya li dijî dewleta tirk girîng e. Xwedî wateyekê ye. Ji bo gelê Kurd nebe qurbanê êrîşên dewleta tirk divê yekîtî pêk were. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk divê em hemû serî hildin."
Daxuyanî bi dirûşma "Li dijî dagirkeriya dewleta tirk serî hildin" bi dawî bû.