Li Wargeha Mexmûrê koma16’an çalakiya greva birçibûnê dewir girt

  • 13:09 30 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçibûnê ya ji bo tecrîta giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin koma 16'an dewir girt.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 84'an. Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê her ku diçe belav dibe.Li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçibûnê ya ji bo tecrîta giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin koma 16'an dewir girt. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîlê Tok jî çalakiya xwe ye bêdem û bêdorveger di roja 11’an de didomîne.Bi tevlîbuna gelê Wargeha Mexmûrê bi awayekî gîrseyî beriya ku merasima dewir kirine dest pê bike bi boneya salvegera şahadeta Viyan Soran (Leyla Velî Hesen) ji bo tevahiya têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. 
 
Li ser navê gruba 15’an Ahmet Apaydin axivî û got: “Demek wiha de çalaki peşxistin û di nav de cih girtin tacîdarkirineke,di hemu deman de li hemberî zilmê pêşengtiyê  jin dike. Îro ev serîrakirin jî di şexsê jina Kurd Leyla Guven de dest pê kiriye,berdewamiya wê jî Nasir Yagiz dike. Bila dijminê me bizane her çiqas erîş bike jî wê hêza me û berxwedaniya me hîn xurt û geştir be.”
 
Di dawiya merasima çalakvanên gruba 15’an çalakvanên gruba 16’an silav kirin û merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindanan” bi  dawî bû.