Jinên Wargeha Mexmûrê dewreya perwerdeyê temam kirin
- 13:02 30 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Akademiya Şehîd Jiyan a Mexmûrê jinan dest bi dewreya perwerdeyê kiribûn. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû û jinan belgeyên xwe girtin.
Li Akademiya Şehîd Jiyan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cudî) jinan dest bi dewreya perwerdeyê kiribûn. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû û jinan belgeyên xwe girtin.
'Em dixwazin bi perwerdeyên bi vî rengî cewhera jinê derxin holê'
Mamosteya Akademiya Ş.Jiyan Saadet Tok derbarê dewreyê de wiha got: “Ev nêzi mehekê ye dewreya me ya bi navê Ş.Delal Amed didome,îro jî perwerdeya me bi encam bû. Ev dewreya me ya perwerdeyê hem ji jinên ciwan hem jî jinên ku xwedî zarok in pêk hat. Me di çarçoveya pirsgirêkên jin û malbatê, wek jinekê xwenaskirin, famkirina derûniya jin û zarokan de perwerdeya xwe çê kir.
Hejmara jinên ku di wê dewreyê de hat perwerdekirin 20 kes in. Weke mamosteyekê ji bo vê dewreyê dikarim bêjim ku dewreyên bi vî rengî ji bo civakê gelek girîng in. Jin û civak bi vê yekê dikevin nava hewldanekê. Em dixwazin bi perwerdeyên bi vî rengî cewhera jinê derxin holê. Em hevîdar in ev perwerde wê ji bo xwendevanên me bibe hêzek mezin û li hemberî hişmendiya baviksalarî bibin bersiveke dîrokî."
'Perwerde ji bo civakê gelek girîng e'
Xwendevan û dayika bi navê Evîn Şirnex encama perwerdeya ku dîtiye wiha nirxand:"Weke jinekê em dikarin bêjin me xwe nas kir. Yanî karê dayikekê ne tenê mezinkirina mal û zarokan e. Destpêkê pêwîst e weke jin xwe nas bike, bikaribe cewherê xwe yê dîrokî îfade bike û li gorî wê tekoşîn bike. Ev perwerde ji bo guhertin û veguhertina me ya fikrî gelek baş bû. Pîştî perwerdeyê em jî dikarin hîn baştir zarokê xwe perwerde bikin ji ber em weke dayik çiqas baş zarokên xwe perwerde bikin wê li ser civakê jî heman rengî bandora bike. Perwerde ji bo civakê gelek girîng e."
Xwendevana bi navê Kerima Colemerg jî perwerdeya ku dîtiye weke şansekê pênase kir û bang li hemû jinan kir ku beşdarî perwerdeyên bi vî rengî bibin û got: “Pêwîst e hemû jin xwe perwerde bikin. Çimkî jina perwerdekirî dikare li dijî zihniyeta baviksalarî jî xwe biparêzin.”