TJK-E: Tu hêz nikare me ji berxwedanê dûr bixe

  • 12:46 30 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku Walîtiya Strasboûrgê destûr neda li bajêr çalakiya 'xeleka ji mirovan' pêk were, TJKE'yê bang kir ku çalakî li her derê bê lidarxistin û got ku tu hêz nikare me ji berxwedanê dûr bixe.
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi dirûşma "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin" bi rengekî bêdawî-bêdorveger pêk tê, bi biryardariyeke mezin di roja 84'an de berdewam dike.
 
TJK- E'yê Di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku çalakiya Nasir Yagiz di roja 71'ê, ya berxwedêrên li zindanan roja 46'an, ya berxwedêrên li Strasboûrgê di roja 45'an de ye û hate gotin ku wê li her qada Ewropayê bibin dengê berxwedêra bi rûmet.
 
'Em ê bibin dengê berxwedêran û azadiyê biqîrin'
 
TJK-E'yê ragihand, berxwedana li dijî zilma zaliman şertê serbilindî û rûmetiyê ye û diyar kir, azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan azadiya wan e û wiha berdewam kir: "Bi rêya çalakiya 'xeleka ji mirovan' a jinan, li dijî bêdengiya cîhanê em ê bibin deng û bi biryardarî daxwaza azadî û berxwedanê biqîrin. Li pêşberî çalakgerên me yên greva birçîbûnê û berxwedana gelê me wê faşîzma AKP-MHP, komploger û hêzên qirker têk biçin."
 
'Em hatin tehdîtkirin'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Me plan dikir ku 31'ê Çileyê li Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiya 'xeleka ji mirovan' pêk bînin, lê belê Walîtiya Strasboûrgê destûr neda û di ser re gefa girtin û birîna cezayê pereyan li hevalên me xwar. Bi navê Tevgera Jinên kurd em van kiryarên kêfî û antî-demokratîk ên Walîtiya Strasboûrgê şermezar dikin. Ti hêz nikare me ji berxwedan û têkoşîna azadiyê vegire."
 
ji bo tevlibûna çalakiyan bang hat kirin
 
 TJK -E'yê banga tevlibûna çalakiyan li gel kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Çalakiya me ya 'xeleka ji mirovan' wê li her devera em lê ne bê kirin. Ji bo çalakiya 'xeleka ji mirovan' ku em ê li her devera Ewropayê pêk bînin, em bang li gelê xwe û bi taybetî bang li jinan û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin."